30yê adarê 76emîn salvegera şehîdbûna serok û rêberê herdem sax şehîd Pêşewa Qazî Mihemed e, bi rêzdarî bi bîr tînim . Pêşewa Qazî Mihemed di yekê gulanê sala 1893an de, ji malbateke qedirgiran jidayîkbûye . Şehîd Qazî Mihemed kurê Qazî Elîyê kurê Mîrza Qasimê Qazî ye, û derbasbûna vê malbatê li bajarê Mehabadê vedigere bo 400 salî berî niha. Şehîd Qazî her ji destpêka ciwaniya xwe de hizr û hestên nîştimanperweriyê pê re xurt dibûn, pir hez li zanstin û pêgehandinê dikir û gelek zû di wî warî de xwe pê gihandiye û gelek jî hewl dabû ku zimanên biyanî jî hîn bibe, ji bilî zimanê Erebî, Farsî û Kurdî, zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekî Rûsî jî dizanî. Şehîd Qazî di sala 1930an de bi jineke Mehabadî ya bi navê Mîna Xanim re zewicî. Piştî mirina Qazî Elî bavê Qazî Mihemed erka dadweriya olî ya bajêr li ser milê Qazî Mihemed dimîne, û hemû karên perwerdehî, civakî, rêveberî û pirsgirêkên bajêr ku bi agahdarî û bi rêberiya Qazî Mihemed ve çareser dibûn. Ji ber hezkirina karê çandî û pêşdebirina zanist û agahiya xelkê, di salên beriya sala 1941an û piştre jî bo yek û du salan berpirsyariya îdareya çandê ya bajarê Mehabadê girtiye stûyê xwe, û xizmeteke zaf bi çandê kiriye û di dema berpirsyariya wî de, yekemîn dibistana keçikan li Mehabadê hatiye vekirin û her di vê derheqê de jî têkliyên wî di gel xwendekar, rewşenbîr û mamostayan re pir zêde bû. Şehîd Qazî ji bo bûyerên ku li herêmê û cîhanê diqewimîn gelek rojname û kovar jî dixwandin; Rojnameya Şefeq a Sor a bi zimanê farisî, kovara Peyman a farisî ya Ehmed Kesrewî û kovara Gelawêj ku li Bexdayê ji aliyê Seyda Ela`eddîn Secadî ve dihate weşandin dixwendin . Qazî Mihemed rêz û hûrmeteke taybet ji bo navendên Komeleya J-K (Vejiyana Kurd) digirt û di çend salên serdema bê hikûmetiyê de jî yanî salên 1941-1945`an ku Komara Kurdistanê pêk hatiye, di birêveçûna karûbaran de û bi taybetî di çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên eşîreyan de roleke berçav hebûye û gelek ji damezrênerên J-K’ê rawêj û hemşêwirî di gel Pêşewa Qazî Mihemed encam dane û gelek jê hez kirine û zor hewl didan ku ew bibe endamê “J-K”ê gelek ji pirs û arîşeyên karî ên rojane yên xelkê di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin. Şehîd Qazî ji ditîngeha nûnerên biyaniyanjî rêz û hurmeteke taybet hebû, her kesî ku serdana Mehabadê kiribe berî her tiştî hewl daye da ku Qazî bibîne, vexwandina wî ji bo Yekîtiya Soviyetê her di vê derheqê de bûye, ku di gel şandeke mezin serdana Bakûyê kiriye. Qazî Mihemed ku bû endamê “Komeleya J-K” û navê nepenî yê bînayî jê re hatibû diyarîkirin, hêviyek zêdetir xiste nav dilê gel de. Pêşewa Qazî ji ber hurmeteke taybet ku ji bo “J-K”ê hebû, roja avabûna PDKÎ jî her li 25`ê Gelawejê, wate li roja avabûna “J-K”ê îlan kir. Di 22ê rêbendanê sala 1946an de li meydana Çar Çira ya bajarê Mehabadê Şehîd Qazî Mihemed Komara serbixwe ya Kurdî ragihand û piştî 11 mehên deshilatdariyê, di berfanbara1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed di gel Wezîrê Berevaniyê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedirê Qazî li meydana Çar Çira ya Mehabadê hatin şehîdkirin û tevlî karwana Şehîdên doza azadî û serxwebûna Kurdistanê bûn Hezar dilovanî li giyanê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed bê her zindî yî di dil û wijdana me de..