Helbest, Şiir, Gotin, Kürtçe, Kurdî, Kurdi, Kurdish, Zandar Amarî
Ez kurd im kurd Nikarim li heberî zilme bêdeng bimînim Neviye seleheddînî eyûbî Xortê welatparez Keça netewî me ez Ez kurd im kurd Her dem xebatkarê welatim Hêviya dilê dayika me ez Ez kurd im kurd Şer dikim ji bo azadiye Can didim ji bo serbestiye Ez kurd im kurd Sterka serê delîla Baweriya dilê Elî şera me Ez kurd im kurd Hûn hîna min nas nakin Ez im şoreş Ez im cenga ji bo kurdistan Ez im ev keç û xortên canfeda Ez im tirsa dilê neyaran Ez im kabûsa dijmîn Ez kurd im kurd Jiy
Ji pirtûkên helbestvan Azad Penaber, çend gotinên kurdî û jê girtên kurdî, helbestên Kurdî
#Kurdistan #Kurd #Kurdish #poem #helbest #Cegerxwin
Dixwazin te tune bikin li ber çavên min Dîroka te herimandin Çiyayên te şewitandin Zimanê te qedexe kirin Kelepçe kirin dest û lingê te Ji bihara te gulan Ji çavên zarokên te hêvî Ji bajarên te aramî dizîn Û dixwazin evîna te jî ji dilê min bidizin Helbest-Jiyan/Dîrok Deng-Jiyan
Were Yan bibe jiyanek bêdawî Yan jî bibe mirinek zû Min dinavbera mirin û jiyanê de nehêle Bê te xewa min wekî welatê min perçe dibe Di hundirê min de ,hêviyek serhîlder te daxwaz dike Were Yan bibe kenê li ser devê min an jî bibe hêsir û bibare ji çavên min Min navbera bêdengî û girî de nehêle Di hundirê min de birînek ji bo te xwîn dibarîne ♾️🕊️💔 Helbest-Firat/Were Deng-Jiyan